Haydar Şahin,Abdullah Tel
26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2016
ANKARA
Li Serokatiya Daîreya Arşîvê ya Midûriyeta Gişkî ya Tapu û Kadastroyê ya Girêdayî Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê 77 hezar û 63 tapuyên Mûsil û Kerkûkê yên salên di navbera 1847 û 1917an da hene.
Serokê Daîreya Arşîvê Zeynel Abîdîn Turkoglu deriyê odeya arşîva ku tê da bi hezaran tapuyên dîrokî hene ji AAyê ra vekir. Turkoglu diyar kir ku di arşîvê da defterên qeyda tapuyên Kerkûk û Mûsilê yên beriya sala 1847an hene ji van 87 defter yên Mûsilê ne û 96 defter jî yên Kerkûkê ne. Turkoglu der barê qeydên tapuyê yên piştî sala 1847an da jî wiha got:
"Deftereke ku sala 1909î ya Kerkûkê vedihewîne heye. Yên Mûsilê jî 51 defter hene. Defterên Mûsilê salên di navbera 1847-1917an da dihewîne. Di defterên qeyda zabitê yên Kerkûk û Mûsilê da 77 hezar û 63 tapo hene. Ev qeyd wek du nusha hatine hildan, ji wan yek li navendê û yê din jî li deverê bûye. Bi rastî em halê wan defterên ku li deveran mane nizanin. Lê defterên di destê me da pir baş tên parastin. Van qeydên tapoyan nîşan didin ku ew der aîdê me ne û em dikarin bi van belgeyan ji wê derê heq îdia bikin."
-"Defter ji xwe li ba me bûn"
Turkoglu xeberên der heqê îdiayên ku digotin di sala 2003an da qeydên tapoyê yên li Kerkûk û Mûsilê ji holê hatin rakirin, bi bîr xist û got ku rayedarên wê demê gotibûn 'Bila qet netirsin. Qeydên Kerkûk û Mûsilê li ba me ne.' û axaftina xwe wiha domand: "Bi wan xeberan va xwestin nêrîneke ku bibêjin defterên li wir anîn vir bi cih bikin. Lê ya rastî ev e ku ew defter ji xwe li ba me bûn lê me jî bihîst ku li hin herêman rûxandin heye. Ji ber qisaweteke wiha bi erêkirina Serokwezîriyê 45 defterên tapoyê yên dewra Osmanî yên Kerkûk û Mûsilê di 14 Gulana 2003an da wergerandin zimanê tirkî û wek arşîvên dijîtal hatin qeydkirin.
- 32 defterên tapoyê yên Helebê di arşîvan da ne
Turkoglu got ku ji heyama Osmanî 32 defterên tapoyê yên Helebê ku di salên 1855-1918an da hatine girtin jî di arşîvên Tirkiyeyê da cihên xwe girtine.