Abdullah Tel
23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Serokê Komeleya Karsaz û Acenteyên Gera Tûrîzmê ya Stenbolê (TUSAD) Hasan Bayram diyar kir ku bi saya tetîla nîvesalê piraniya tesîsên li herêmên tûrîzma zivistanê ji hêla tûrîstên xwemalî va hatin tercihkirin.
Bayram daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi xêra tûrîstên xwemalî li deverên kaşûnê ji tûrîstên biyanî ra pir cih nema û wiha pê da çû: "Dema endamên me yên li derveyê welêt ji bo kesên biyanî yên wê bibin mêvanê digerin û dixwazin cih bigirin em ji wan ra dibêjin mixabin niha tijî ne. Niha ew der bi tûrîstên xwemalî tijî bûne.
Di berdewamiya axaftina xwe da Bayram got ku tûrîzma kar li Qeyseriyê xwedî derdikeve û Uludag jî him ji hêla tûrîstên malî û him jî ji hêla tûrîstên ji welatên Kendav û Rojhilata Navîn va tê tercihkirin.
"Gelê Bursayê rûmetê dide tûrîst û tûrîzmê"
Bayram destnîşan kir ku Uludag di nav tûrîstên ji welatên Kendav û Rojhilata Navîn in da tê zanîn û wiha pê da çû: "Ev yek ji ber vê ye. Gelê Bursayê rûmetê dide tûrîzm û tûrîstan. Ez vê hergav dibêjim. Li Tirkiyeyê du bajar ji tûrîst û tûrîzmê hez dikin û rûmetê didin wan. Ji wan yek Bursa û ya din jî Antalyaye. Ji ber ku tûrîzm ji deriyê sereke yê debarê yek e lê xwedî derdikevin."
Bayram got ku ji deverên di tetîla nîvesalê da tên tercihkirin yek jî Abant e û ew der bi xweşiya xwe ya sirûştî û golên xwe va balê dikişîne.