23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
HATAY
Karkerê TEDAŞê Şahîn Elîtaş ê ku di êrîşa hewanê ya mensûbên rêxistina terorê PYD/PKKyê yên li herêma Efrîna Sûriyeyê ya dijî Kirikhana navçeya Hatayê da mir, hat definkirin.
Cinazeyê Elîtaş ku bi alaya Tirkiyeyê hatibû pêçandin, ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê pêşiyê birin mala bavê ya li taxa Kurtlu Soguksuyê.
Li vir piştî daxwaza helalkirinê, cinaze birin Mizgefta Goristana Kirikhanê.
Piştî nimêja nîvro cinazeyê Elîtaş li heman goristanê hat definkirin.
Elîtaşê ku du zarokên wî hene, jina wî Sevda, dayika wî Emîne û bavê wî Bostan Elîtaş di merasima cinazeyê da giriyan.
Waliyê Hatayê Erdal Ata, hin parlementerên Hatayê, berpirsên mayîn û welatî beşdarî merasima cinazeyê bûn.
Mensûbên rêxistina terorê PYD/PKKyê duh guleya hewanê avêtibûn Kirikhana navçeya Hatayê, di encamê da karkerê TEDAŞê Şahîn Elîtaş jiyana xwe ji dest dabû.