İbrahim Atmaca
04 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2018
MUGLA
Li Marmarîsa navçeya Muglayê tûrîstekî Îrlandayî wek mişterî kete dikana gewherfiroşekî û bi lez û bez pirlanteyek dizî û lê nihêrî ku wê were girtin, pirlanta daqurtand. Dema diziyê ji aliyê kameraya ewlehiyê va hat qeydkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, Lan Campell (54) ji bo betlaneyê hat Marmarîsê û kete gewherfiroşekî û pirlantayeke ku qîmeta wê 40 hezar dolar e bi behaneya ku wê bikire, lê nihêrî.
Ji ber ku dêhna gewherfiroş demekê li ser çû, Campell hahankava pirlante avête binê cêvê û xwest ku ji dikanê derkeve.
Xebatkarên kargehê dizî ferq kirin û li kameraya ewlehiyê nihêrîn. Piştî ku derket holê Campell pirlante diziye, cab dane polês.
Campell dema ku lê nihêrî polês tên, pirlanteya cêva xwe daqurtand û revî. Gumanbar hat binçavkirin û ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Marmarîsê.
Li nexweşxaneyê MRya turîst kişandin û di fîlmê da derket ku pirlante di mîdeya wî da ye. Li bendê ne ku gumanbar bi rêya siruştî pirlanteyê derxe.
Di dîmenên kameraya ewlehiyê da gumanbar li dikana gewherfiroş li pirlanteyê dinhêre û dema ku dêhna xebatkarên kargehê ser wî diçe, ew pirlanteyê davêje bêrîka xwe ya pêşiyê.