Li Bodrûma navçeya Mûglayê, 60 qaçaxên ku hewl didan derbasî girava Îstankoya (Kos) Yewnanistanê bibin hatin girtin.
Hêzên Ewlehiyên Beravê tekneyekê ku dirêjiya wê 9 metre bû da sekinandin.
Piştî lêgerînê hat tesbîtkirin ku di tekneyê de, di nav de jin û zarok jî 60 sûriyeyiyên qaçax hene.
Qaçax anîn qereqola li Mîlta Marînaya navçeya Mûglayê. Di vê navberê de ji qaçaxan yek nexweş ket û ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrûmê.
Hat ragihandin ku dê qaçaxan piştî miameleyên qereqolê, radestî Şaxa Biyaniyan a Midûriya Ewlehiyê ya Mûglayê bikin.