İbrahim Atmaca
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 14 Hezîran 2018
VAN
Îraniyan beriya Eyda Remezanê seba dan û standinê berê xwe da Wanê û sûk û otêl tije kirin.
Ji ber ku li Îranê xercê derketina dervayî bajêr hat zêdekirin, tûrîst zêde ji welatê xwe dernayên û yên ku dertên jî berê xwe cardin didin Wanê. Hatina tûrîstan li bajêr her kes kêfxweş kir.
Tûrîstên Îranî navendên dan û standinê, mixaze, kuçe kolan tije kirin û bi dan standinên xwe va jî beriya eydê kêfa esnafan xweş kirin.
Hefteya çûyî ji Deriyê Sînor ê Kapikoyê ra di nav rojekê da 2 hezar û 737 rêwî derbas bûn.
Alîkarê Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Fatîh Çîftcî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi xebatên modernîzasyonê yên ku wan li Deriyê Sînor ê Kapikoyê da destpêkirin va bazirganî û tûrîzm geş kirin.
Çîftcî diyar kir, ji Deriyê Sînor ê Kapiyê ra di sala 2016an da 238 hezar, par jî nêzî 500 hezarî tûrîst hatin, Îranê çend roj berê biryar da û xercê derketina derva gelekî zêde kir.
Çîftcî destnîşan kir ku bixwazî nexwazî tesîra vê rewşê li ser Wanê çêbû û wiha dewam kir: "Ev biryar ne tenê ji bo Kapikoyê tenê bû, ji bo hemû deriyan bû. Vê biryarê tesîreke neyênî li ser hatina tûrîstan kir, lê van rojan hejmara rêwiyan cardin normal bû. Hefteya çûyî gelek rêwî ketin welêt. Ev hejmar li gor mehên dawîn pir zêde ye. 2 hezar û 737 rêwî, 178 wesayîtên tîcarî ketin welêt. Ev reqameke mezin e û ji bo esnaf û bazirganên Wanê girîng e.
Çîftcî got ku Wan ji bo herêmê navenda cazîbeyê ye, hikûmetên wan jî girîngiyê didin Wanê û li gor baweriya wî bi xebatên nû va bajar wê ji her alî va pêş bikeve.