Nihat Kavşut
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
TRABZON
Serokomar Erdogan: "Hevalên min behs kirin ku di warê findiqan da hin pirsgirêk hene. Piştî hilbijartinê înşellah em ê çareseriyeke ku cotkar jî pê mexdûr nebin bibînin."
Erdogan: "Hişmendiya CHPyê di salên berê da zanîngeh kiribûn hêlînên terorê û ciwan bi hev dan kuştin û ji xeynî vê tu tiştekî din nekirine."
Serokomar Erdogan der heqê banga Înce ya ji bona berdana Demirtaş da wiha got: "Çawa dibêje 'Namzedê serokomariyê ye û berdin.' Şert û mercên namzediya serokomariyê hene. Gorî min ev şaş e. Hêvî dikim ku ev jî bê rastkirin. Dibêje mehkûm nîne û girtî ye. Sedema girtina wî zehf girîng e."
Serokomar Erdogan: "Li bajarê ku her sal 100 hezar ciwanên me lê dixwînin di heyama havînê ya 3 mehî da em bi miaşê herî kêm derfet û îmkana xebata civakî didin."