Önder Beyter
29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
HATAY
Vegera hin malbatên Sûriyeyî ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe revîbûn hatibûn Tirkiyeyê, ber bi herêmên ewle ve dewam dike.
Gelek Sûriyeyiyên ku li parêzgehên cuda yên Tirkiyeyê dimînin, ji bo ku vegerin welatê xwe tên Deriyê Sînor Cîlvegozuyê yê li Reyhanliya navçeya Hatayê.
Sûriyeyiyên ku çend perçe alav û eşya bi xwe ra dibin, piştî kutabûna miemeleyan berê xwe didin herêmên ewle û herwiha deverên ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji rêxistinên terorê YPG/PKK û DEAŞê hatin paqijkirin.
Hat ragihandin ku di serdema rêbendan-adarê da 7 hezar û 783 Sûriyeyî li navçeya Reyhanliyê ji sînor derbas bûn û çûn welatê xwe.