ANKARA
Bi qutkirina peywendiya terorîstên li Efrînê ji sînorê Tirkiyeyê, li herêma rizgarkirî "hîlal" hat temamkirin.
Artêşa Tirkiyeyê digel Artêşa Azad a Sûriyeyê, gundên Sînara Jêrî û Sînara Jorî ji terorîstan paqij kirin.
Artêşa Tirkiyeyê digel Artêşa Azad bi qutkirina peywendiya terorîstên li Efrînê ji sînorê Tirkiyeyê, li herêma rizgarkirî "hîlal" temam kir.
Li gorî ku peyamnêrên AAyê yên li qadê radigihînin, Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê li rojavayê bakurê Efrînê li bajarokê Şêx Hedîdê gundên Sînara Jêrî û Sînara Jorî ji YPG/PKK-DEAŞê safî kir.
Artêşa Tirkiyeyê û hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku piştgiriyê dide operasyonê ji destpêka operasyonê vir va li 5 bajarokên Efrînê yên di bin dagirkeriya PYD/PKKyê û DEAŞê da yek jê navenda bajarokekî, 87 gund, 6 gomên gundan û 20 çiyayên stratejîk û gir, baregeheke YPG/PKKyê bi tevahî 115 noqte ji rêxistinê xilas kirin.
-Artêşa Tirkiyeyê ragihand ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 2059 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn, di çarçoveya operasyonê da ji bo berterefkirina terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê operasyonên bejahî û esmanî dewam dikin.
Ji destpêka operasyonê heta niha hejmara terorîstên ku hatine berterefkirin derket 2059an.
Hat ragihandin ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 845 gumanbarên ku li gor tesbîtê li ser medyaya civakî li dijî operasyonê propagandaya terorê kirine û beşdarî çalakiyên provokatîf bûne, hatin binçavkirin.
-Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê gundê Efrînê Karmanlûk ji terorîstan safî kir.
Li gorî ku peyamnêrên AAyê yên li qadê radigihînin, Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê li rojavayê bakurê Efrînê li bajarokê Şêx Hedîdê gundê Karmanlûk ji YPG/PKK-DEAŞê safî kir.
Artêşa Tirkiyeyê û hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku piştgiriyê dide operasyonê ji destpêka operasyonê vir va li 5 bajarokên Efrînê yên di bin dagirkeriya PYD/PKKyê û DEAŞê da yek jê navenda bajarokekî, 85 gund, 6 gomên gundan û 20 çiyayên stratejîk û gir, baregeheke YPG/PKKyê bi tevahî 113 noqte ji rêxistinê xilas kirin.
Bi vî hawî ma 7 kîlomêtro ku temasa terorîstan ji bejayê va bi sînorê Tirkiyeyê ra qut bibe.
Cih û warên stratejîk ên ku ji rêxistinê hatin xilaskirin ev in:
"Navenda bajaroka Bilbilê, gundên wê Meydan Ekbez, Bendîrek, Durakli, Şengal, Zehran, Balî Koy, Kurnî, Hay Oxlî, Heftar, Ursa, Bak Ubasî, Elî Kar, Şêxurzê û Omer Simo, Heyam, Sûraîn, Çarkanli, Akanli, Mîqdad û Elî Reco, Çiyayê Xurzê, Çiyayê Damirkê, Çiyayê Kurnî, Girê Hewzê û Girê Kurdo û 2 gomên gundê Şêxurzê, li bajarokê Recoyê jî gundên Ebû Kebe, Hacilar, Dunbenlî, Çiyayê Eyn Batmanê, Hecikana Jor, Maskah, Hecikana Jêr, Obayê Derwêş, Hesen Kelkawî, Celeme, Edamanlî, Elî Beqî, Bîlal Koy, Omer Uşaxî, Mamel Uşaxî, Silêman Xelîl, Satî Şaxî, Alkana, Kirmizi, Şerbanli, Karê, Şedya, Qude, Şeyda Xerab Sûmaq, Hantalî, Qerebaba, Şêx Mihemedlî, Dudu, Sêmalkan, Walikle, Gawando û Girê 687emîn, Girê 915emîn, Girê 740emîn, Girê 1027emîn, li bajarokê Şêx Hedîdê gundö Sînara Jêrî û Sînara Jorî, gundê Karmanlûk, gundê Ceqla Jorîn û Çeqla Navîn, Girê Şêx Hedîd, gundê Qere Mitlaq û gundê Hec Bîlal, li bajaroka Cindirêsê gundên Hecî Îskender, Dêra Balutê, Hemam, Nisriye, Dukan, Eşkan, Arşalî, Mihemediye, Dêwê Jorîn, Dêwê Jêrîn, Merwane, Helkece, Bafler, Til Dilûr û 3 girên serdest, girên Mersîdes, Nisriye û Amara û Kilayê, goma Satûf, goma Kalkê, baregeha Beyada, li bajarokê Şeranê jî Çiyayê Birseyê, Girê Şirgayayê, Girê Nebû Hurî, gundên Umranli, Uwerkan, Serîncek, Qestel Cindo, Dîkmetaş, Îkîdam, Şeltah, Marsewa, Zeytînak, Arpawêran, Dêr Sawan û goma Cemiliye."
- Di çarçoveya operasyonê da tankên Tirkiyeyê li hedefên rêxistinên terorê xistin
Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da tankên Tirkiyeyê li hedefên rêxistinên terorê xistin.
Li gor agahdarkirina Artêşa Tirkiyeyê (TSK), 6 guleyên tankê avêtin hedefên rêxistina terorê.
Hedef bi awayekî serkeftî hatin îmhakirin.
Artêşa Tirkiyeyê berê jî konvoya rêxistinên terorê yên YPG/PKK-DEAŞê ku ji 30-40 wesayîtan pêk dihat û tê da terorîst, çek û muhîmat hebûn, li aliyê başûrê rojhilata Efrînê va hatibûn gulebarankirin.