25 Adar 2017•Rojanekirin: 25 Adar 2017
BITLÎS
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim: "CHP û HDP der barê pergala hikûmeta serokomariyê da tu tiştekî xeber nadin. Karê wan vir û derew e. Wexta li Meclisê hevdîtinên guherandinê dihatin kirin CHP û HDP li ku bûn? Wan kursî dagir dikir û kulm li însanan dixistin."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim li Bitlîsê li Gokmeydanê xitabî gel kir.
Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Di guherindana qanûnan bingehîn de tiştên ku tunene, Kiliçdaroglu derketiye behsa wan dike. Gava em dibêjin tu derewan dikî, wê hingê bersivê dide dibêje werin em li ser televîzyonê biaxivin. Em ê ligel çi biaxivin? Hê te ev guherîna qanûnan bingehînê nexwendiye, tu tiştekî nezanî û dibêjî were em nîqaş bikin. Emrê we bi nîqaş û axaftinan derbas bû çû. Wextê me ji bo nîqaşan tuneye. Gel li hêviya xizmetê ye, milet kar dixwaze, milet dixwaze welat zû bimeşe."