Haydar Şahin
19 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2018
TUNCELÎ
Li Ovacika navçeya Tunceliyê bi kameraya têlefonê dîmenên mişkê berfê yê ji ber ku nesla wî li ber tunebûnê ye hildane parastinê hat kişandin.
Sîdar Şanê (24) li navenda bajêr esnaftiyê dike bi hevalên xwe ra çû Geliyê Munzurê gerê, di dema gerê da rastî heywaneke çîl û sipî hat.
Di lêkolîna li ser dîmenên ku Şan bi têlefonê kişandibû da hat dîtin ku heywana çîl û sipî mişkê berfê ye, ji ber ku nesla wî li ber tunebûnê ye hildane parastinê.
Şan û hevalên wî dema dîmenên mişkê berfê dikişînin zehf kelecanî dibin û ev jî di dîmenan da tê fehmkirin.
Sîdar Şan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku çil û çiyayên Tunceliyê ji hêla nebat û heywanan va gelekî dewlemend e.
Şan got ji ber şiklê erazî bajar û tebîet di nav hevdu da ne û wiha axivî: "Li Tunceliyê bi taybetî li geliyên Munzur û Pulumurê welatî bêyî kamerayên profesyonel bi têlefonên xwe dîmenên bizinkovî, gur, hirç, beraz, rovî, seyê avê, werşeq û gelek heywanên beyanî dikişînin. Ev jî dewlemendiya me ya herî mezin e."
Şan diyar kir ku cara ewil e mişkê berfê dibînin û wiha pê da çû:
"Em bi hevalan ra li rexê Çemê Munzurê digeriyan, me cara ewil heywaneke wisa ya ku bi lez tevdigeriya dît û li ser hişyariya hevalekî min dîmenên wî kişand. Me nizanibû ev kîjan heywan e, di nav xwe da me texmîn kir. Paşê em hîn bûn ku heywana çîl û sipî mişkê berfê ye. Me ji dûr va lê mêze dikir ew ê jî poz dida me. Zehf şêrîn e."
Şan diyar kir ku kişandina dîmenên mişkê berfê zehf zor e û wiha pê da çû: "Ji ber ku mişkê berfê bi roj di qula xwe da dijî û bi şev derdikeve nêçîrê kişandina dîmenên wî zehf zor e. Şansê me hebûye ku me hem dît hem jî dîmenên wî kişand."
Sîda Şan got ji bo parastina tebîetê û heywanan dibê her kes wezîfeya xwe bi cî bîne û çi ji desta tê bike.