29 Îlon 2016•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2016
ANKARA
Di çarçoveya Biryarnameya di Hikmê Qanûnê ya bi jimara 668an da weşana 12 qanalên televizyonê û 11 qanalên radyoyê yên ku têkiliya wan bi rêxistinên terorê ra hene bi sedema ku ji bo ewlehiya neteweyî talûke ne hatin ragirtin.
Biryar hat dayîn ku qanalên ji bo ewlehiya neteweyî talûkene, têkiliya wan bi rêxistinên terorê re hene û yan jî aîdê wan in bila bên ragirtin.
Di vê çarçoveyê da RTUKê ji bo girtina Ozgur Gun TV, Jiyan TV, Azadî TV, Denge TV, HTV Hayat, ÎMC TV, TV 10, Zarok TV, Mezopotamya TV jî di nav da 12 qanalên televizyonê û 11 qanalên radyoyê ji TURKSATê ra xeber şand.
TURKSATê jî duh bişev biryar cîbicîh kir û dawî li weşana van qanalan anî.