22 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Tunela Avrasyayê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan vekir, dest bi xizmetê kir û wesayît êdî ji alî Asya û Ewropayê ya Stenbolê dikarin bi rihetî herin û bên.
Di tunelê da ji bo derbasbûnên ji aliyê Asya û Ewropayê di saet 07.00an da destûr hat dayîn.
Tunela ku li ser xeta Kazliçeşme-Goztepeyê 106 metre di bin behrê da hat vedan, dema derbasbûnên di navbera Asya û Ewropayê da ku bi qasî 100 deqîqeyî dewam dikir wê îdî bike 15 deqîqe.
Bi destpêkirina xizmeta tunelê va li bendê ne ku qerebalixiya li ser Pireya Fatîh Siltan Mehmed û Şehîdên 15 Tîrmehê kêm bibe û tunel niha di navbera 07.00-21.00an da wê vekirîbe. Ji 30yê rêbandana 2017an pê va wê 24 saetan vekirî be.
Tê texmînkirin ku di Tunela Avrasyayê da wê rojê nêzî 100-120 hezar wesayît derbasbibin.