Haydar Şahin
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
ANKARA
Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî bi 117 ekîbên mobîl ên li tevahiya welêt alîkarî da 8 hezar û 944 zarokên li kuçeyan didan xebitandin.
Di çarçoveya têkoşîna dijî zarokên karker da wezaretê di 12ê hezîrana 2017an da li tevahiyê welêt ji bo tesbîtkirina zarokên karker û yên di xetereyê da "ekîbên mobîl" ava kir.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê bi dest xist hejmara ekîbên wezîfeya wan ew e ku malbata zarokên li kuçeyan didin xebitandin, bi wan parsektiyê didin kirin tesbît bikin gihîşte 117an.
Ev salek e ekîb xebatên xwe didomînin û di vê demê da hejmara zarokên ku teslîmî malbatên wan kirin an jî ji bo wan biryara parastinê hatin dayîn gihîşte 8 hezar û 944 kesan. Ekîban alîkarî dan kêmzêde 9 hezar zarokî û ji wan zarona 3 hezar û 974 heb jî ji Sûriyeyê ne.
- Der barê malbatên 240 zarokî da karûbarên fermî
Di encama tesbîtên ekîbên mobîl û karûbarên fermî da der heqê malbatên 240 zarokî da karûbarên edlî dan destpêkirin.
Wekî mayîn ji bo 3 hezar û 688 zarokan tevdîrên şêwirmendî, rêberî û perwerdeyê hatin hildan, Weqfa Alîkariya Civakî û Weqfa Piştgiriya Aboriyê ya Civakî alîkarî dan 2 hezar û 219 malbatan.
Wekî mayîn wezaret xizmeta rêberiyê dide malbatên 2 hezar û 379 zarokan, di encama xebatên pîşeyî yên li ser zarokan da 196 zarok hildan bin parastinê.