Nihat Kavşut
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 14 Hezîran 2018
BERLÎN
Hat îdiakirin ku derbekar Adil Oksuzê qaşo "Îmamê Hêzên Esmanî" yê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) li Berlîna paytextê Almanyayê di maleke rêxistinê da xwe vedişêre.
Di nameyeke îxbarê ya şandin Ajansa Anadoluyê (AA) da hat îdiakirin ku Adil Oksuz li Neukollna navçeya Berlîna paytextê Almanyayê li navnîşana Friedelstr 48. 12047an di maleke li ser navê S. Yaşar qeydkirî da dimîne.
Piştî îxbarê nûçegihanên AAyê çûn navnîşanê û pey şopa Oksuzê fîrarî ketin.
Li navçeya ku piranî penaber lê dijîn li ser deriyê malê navê "Yaşar" heye.
AAyê dîmenên malê kişandin û şêniyên Alman destnîşan dikin ku yê bi navê S. Yaşar nas nakin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewle hilda yê ku Oksuz vedişêre Alî A.yê FETOyî ye ku li Berlînê li ser navê rêxistinê çalak e.
Alî A.yê ku li Berlînê gelek malên wî hene piştî hewla derbeyê ya di 15ê Tîrmehê da gelek serkirdeyên FETOyê bi qaçaxî di serî da Almanya derbasî dewletên Ewropayê kiriye.
Tê texmînkirin ku Oksuz jî di van malan da dimîne.