Elif Orhan
07 Sibat 2019•Rojanekirin: 07 Sibat 2019
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşogluyê ku ji bo Civîna Wezîrên Karên Derva yên Koalîsyona Dijî DEAŞê li Washîngtonê ye bi hin senatorên Amerîkayî re hevdîtin kirin.
Wezîr Çavuşoglu di çarçoveya bernameya xwe ya Washîgntonê de li Senatoya Amerîkayê têkilî danîn.
Çavuşoglu bi Serokê Komîteya Têkiliyên Derva yê Senatoya Amerîkayê James Rîsch re hat bal hev, di civîneke ku Senatorê Carolînaya Başûr Lîndsey Graham organîze kir de digel Graham bi senator Roy Blunt û Chrîs Van Hollen re hat bal hev.
Hat ragihandin ku di têkiliyên li Senatoyê yên Çavuşoglu de li ser têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê sekinîn û hevdîtin gelekî erênî derbas bûn.