07 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
AGRI
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li Dogubayazita navçeya Agiriyê li ser sînorê Tirkiye û Îranê qereqola hidûd ziyaret kir.
Soylu û Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Arif Çetîn çûn bajêr. Walî Suleyman Elban Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyan Tumgeneral Guray Alpar û Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Kenan Yildiz ew li Balafirgeha Ahmedî Hanî pêşwazî kirin.
Wezîr Soylu paşê li ser sînorê Tirkiye û Îranê Qereqola Taxima Hidûd a Şehîd Piyade Çawîş Bekir Kurt ziyaret kir. Soylu di têketina qereqolê da bi merasima eskerî va hat pêşwazîkirin û pişt ra deftera şerefê îmze kir, derket kûleya çavdêriyê û li xeta sînor mêze kir.
Soylu paşê derbasî xwaringeha qereqolê bû û li wê derê bi eskeran ra çay vexwar û sohbet kir. Soylu got ku eskerî pîşeyekî pîroz e û wiha dewam kir: "Eskerî di heman demê da wê li dinyaya dinê jî şahidiyê bike."
Soylu piştî ziyaretê bi firokeyê va derbasî Îdirê bû.