Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, ber êvarê ji cihekî ku hêj nehatiye tespîtkirin gule barandin li ser hêzên ewlehiyê yên ku di Qereqola Dorûklûyê ya ku li navçeya Ceylanpinarê li ser sînora Sûriyeyê ye de peywirdar in. 3 leşkerên ku di bûyerê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Vîranşehîrê. Yek ji leşkerên birîndar digel hemû mudaxaleyan mir.
Waliyê Şanliûrfayê Îzzettîn Kuçuk daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ber êvarê li ser xeta sînorê ev bûyera dilsoj qewimî.
Walî Kuçuk diyar kir ji bo ku biçe nexweşxaneya ku leşker wir tên dermankirin, derket rê û wiha axivî: "Gulebarandin li ser hêzên me yên ewlehiyê yên ku li navçeya Ceylanpinarê li ser sînorê Sûriyeyê peywirdar bûn. Leşkerek me şehîd ket, 2 leşkerên me birîndar bûn. Ez derbasîbûnê didim gelê me. Dewleta me der barê bûyerê de ya hewce dike. Em dê pişt re daxuyaniyeke berfireh bidin."