26 Adar 2016•Rojanekirin: 26 Adar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Înşeallah em ê bi hev ra bibînin ku di sala 2016an da aboriya Tirkiyeyê pêş ketiye. Ne teror û pirsgirêkên herêmî û ne jî hêzên ku dixwazin rê li ber welatê me bigirin, wê nikaribin asteng bikin ku em armancên xwe yên 2023yan bi cî bînin, ez dixwazim ev baş were zanîn."
Hin îfadeyên ku ji xeberdana Serokomar Erdogan derketin pêş:
"Di rabirdûya me da qet deqeke reş weke metingeriyê tuneye. Em weke millet xwediyê exlaqekî wiha jî nînin ku tehemmula vê derûniyê bikin. Li gelek cihê cîhanê mixabin hinek civak hene ku ji mêtingerî bêzar nînin û li ser xwe qebûl kirine. Em bi dîtina vê rewşê gelekî xemgîn dibin. Di ser halan de wan civakan di dîroka xwe da şaristaniyên dewlemend ava kirine. Lê heke van mirovan heger bikariya azadiyên xwe biparêzên, dewlemendiyên xwe ji bona xwe bi kar bianiyana, wê rewşa wan ji ya nuha gelekî baştir bûba. Ji ber vê yekê em her li kuderê bin emê xwedî li nirxên xwe yên neteweyî û menewî derkevin.
Bala xwe bidinê, em çi çaxê dibêjin 'Tirkiyeya Nû' û 'Tirkiyeya Mezin' bûyerên ku bi mantiq û aqil nayên îzahkirin û gelek pirsgirêk derketin ber me. Ji bo Xwedê ez ji we dipirsim, îzaheke mantiqî heye ku rêxistina terorê li sînorên me yên başûr ketiye nav hewldanan? Bûyerên ku herî zêde zirarê didin însanên me yên li herêmê maqûl in? Tu rê çêdikî û hin kes tên li mutehîdan gefan dixwin. Tu balafirgeh çêdikî û tên topa hewanê diavêjin balafirgehê. Van tiştan li kê dikin? Li birayên me yên kurd ku li wan deran dijîn. Bêwijdaniyeke wiha dibe? Ev mexlûq ji mirovahiyê bêpar in.
Do mehkemeya rojnamevanekî hebû. Rewşa kesên ku tevlî vê darizandinê bûne girîng e. Konsolosên li Stenbolê tên mehkemeyê. Hûn kî ne, çi karê we li wir heye? Yanê adab û edebeke diplomasiyê heye. Ev Tirkiye ye, welatê te nîne. Tu dikarî di nav avahî û sînorên konsolosxaneyê da tevbigerî, wek mayîn destûr lazim e. Ev radibin û di nav sînorên dewletekê da forsê dikin, hedê xwe derbas dikin. Ji bo lîstika ku tê lîstin were zanîn ev zehf girîng e. Kesên ku gotinên demokrasî, mafên mirovan, hilbijartin û azadiyê dikin, dema ku kesên bijartî û kesên derbekar tên hemberî hev, helwesta xwe nîşan didin ku li gel kê ne, em hemû tiştî bi hev ra teqîb dikin û dibînin.
Gelo eleqeya ji nişkê va hêl û mahiyet guhertina pêşhatên Sûriyeyê, bi dînamîkên herêmê va heye? Ji bo ku mirov lîstikên ku bi hinceta DAEŞê tên lîstin û wan armanc û niyetên xirap yên di pişt da veşarî nebîne, divê kor be. Ewên ku himbêza xwe ji rêxistina terorê ya cihêxwaz ra vedikin û li wan xwedî derdikevin ne di xema wan terorîstên fiqir da ne. Ewên ku ji salên 1959an va Tirkiyeyê li ber deriyê Yekîtiya Ewropayê disekinînin, gelo ew welatên ku di 10 salên dawî da qebûlî yekîtiyê kirine bi binemayên wan ra diguncin?"