Sevim Hatun
08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
MARDÎN
Li Dargeçîta navçeya Mêrdînê, wexta ku xwendekar ji dibistanê derketin baran dibariya. Polêsan bi wesayitên zirxkirî xwendekar gihand malên wan.
Di qeydên MOBESSEyê û kamerayên ewlekariyê tê dîtin ku xwendekarên Dibistana Destpêkê ya Sakaryayê wexta ji dibistanê derdikevin baran dibare û nikarin ber bi malê ve herin.
Di dîmenan de tê dîtin ku xwendekarên ji dibistanê derdikevin ji ber golên avê yên li ser rê çêbûne, nikarin derbas bibin. Herwiha tê dîtin ku polêsên Amîriya Ewlekariyê ya Navçeya Dargeçîtê wan dibînin.
Ekîbên polêsan ên ku ferq dikin xwendekar ji ber baranê nekarin herin malê, xwendekaran li wesayitên zirxkirî yên herekata taybet û hêzên çevîk siwar dikin.
Di dîmenan de tê dîtin ku xwendekar wexta li wesayitên zirxkirî siwar dibin dorê nadin hev du.