06 Sibat 2019•Rojanekirin: 09 Sibat 2019
HATAY
Artêşa Tirkiyeyê piştî ku Efrînê ji mensûbên rêxistina terorê paqij kir dibistanên li wê derê hatin restorekirin û mamosteyên ji Sûriyeyê yên niha li Hatayê tên perwerdekirin jî wê li Sûriyeyê dersa Tirkî bidin xwendekaran.
Mamosteyên Sûriyeyî yên li herêma Efrînê wezîfedar bûn piştî ku YPG/PKKya rêxistina terorê ji herêmê hat derxistin ji alî Tirkiyeyê xwestin ku bila qursa Tirkî bo wan bê vekirin. Walîtiya Hatayê jî li ser daxwazê li navçeya Îskenderûnê li Lîseya Îmam Xetîbê ya Paşa Karaca qursa zimanê Tirkî vekir.
Ji Efrînê 25 mamosteyên piçek Tirkî zanibûn hatin beşdarî qursa bi qasî 10 rojî dewam kir bûn û sertîfîkayên xwe hildan.
Mamosteyên Sûriyeyî yên ku zimanê xwe yê Tirkî pêşva birin wê li dibistanên Efrînê zimanê Tirkî hînî xwendekaran bikin.
Kordînatorê Perwerdehiyê Hulusî Goçerê li Efrînê wezîfedar e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku qurs li ser daxwaza mamosteyên Sûriyeyî hat vekirin û wiha pê da çû: "25 mamosteyên ji Sûriyeyê beşdarî qursê bûn û qedandin. Jixwe piçek bi Tirkî zanibûn û bi saya qursê jî vê yekê pêşdatir birin. Sûriyeyî ji o Tirkî hîn bibin hewl didin. Bi saya wan xebatan wê têkiliya di nav me da pêşta bikeve û ji xwe armanca me jî ev e."
- "Zarokên me dixwazin Tirkî hîn bibin"
Ji mamosteyên Sûriyeyî Zeynep Eldulhelîma 23 salî diyar kir ku Tirkiyeyê li Efrînê karên gelek baş kirin û wiha dewam kir: "Bi saya wan li herêmê aramî pêk hat. Li Efrînê hedefa me ew e ku bila hemû zarok Tirkî hîn bibin. Ji ber ku di vê mijarê da alî me kirin em ji Tirkiyeyê ra gelek spas dikin. Em çiqas ziman hînî zarokan bikin ewqas wê baş bibe di nav wan zimanan da cihê Tirkî jî jixwe cihê ye. Lewra Tirkiye mîna zarokên xwe muamele li wan kir û me ji terorîstan xilas kir."
Mihemed Elî jî got ku agahiyên wî yên der barê zimanê Tirkî da bi saya qursê çêtir di hiş da rûniştin û wiha pê da çû: "Tirkiye û Sûriye du welatên bira ne. Em piştgiriyê didin xebatên Tirkiyeyê yên li Efrînê. Tirkiyeyê li Efrînê dibistan, nexweşxane, banke û gelek saziyên din vekir. Em jê razî ne lewra vê alîkariyê wan ji me ra kir. Piştî Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji bo ku zarok hînî Tirkî bibin ez vegeriyam Sûriyeyê."
Rengîn Ellîko û Fîdan Evdilla jî gotin ku zarok pir dixwazin Tirkî hîn bibin û bi saya wê qursê jî ew ê zimanê Tirkî çêtir hînî zarokan bikin.