06 Sibat 2019•Rojanekirin: 07 Sibat 2019
DÊRAZORÊ/ANKARA
Rêxistina terorê YPG/PKK û rejima Beşar Esed ji bo bilezkirina veguhestina nefta ku di nava xwe da parve dikin, li Dêrazorê di bin Çemê Feratê da borî bi cih kirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin, li rojavayê Dêrazorê şirketên ku li devera di destê rejimê da fealiyetê dimeşînin, ji bo nefta ku ji YPG/PKKyê distînin bileztir veguhezînin, ji bajarokê Şihêlê ku di bin dagiriya YPG/PKKyê da ye bo bajarokê Buqris ku di kontrola rejimê da ye, borî bi cih kirin.
Hat ragihandin, ji boriya ku di binê Çemê Feratê ra derbas dibe, gava pêwîst bibe dê neftê veguhezînin.
Şirketên rejimê berê nefta ku ji YPG/PKKyê dikirîn, bi tankeran vediguhezandin.
Rêxistina terorê ku Amerîka piştê dike, li Sûriyeyê nêzîkî ji sedî 70yê çavkaniyên neftê kontrol dike.
YPG/PKK û rejimê di tîrmeha 2018an da ji bo kargeriya binkeyên neftê yên ku li Dêrazora li ser sînorê Iraqê di bin dagiriya rêxistinê da ne, dest bi hevdîtinan kiribûn.
Di vê çarçoveyê da heyeteke rejimê ku di navê da pisporên Ûris jî hebûn, qada neftê El Omer ku li vî welatî qada herî mezin a neftê ye û di bin dagiriya YPG/PKKyê da ye, ziyaret kiribû.
- Hevkariya ji bo nefta Hesekeyê jî didome
Rejim û YPG/PKK dahata nefta ku ji qadên li parêzgeha Hesekeyê ku di bin dagiriya rêxistinê da ye, tên derxistin jî di nava xwe da parve dikin.
Herdu hevkar li Hesekeyê 9 qadên neftê bi hev ra bi rê va dibin.
YPG/PKKyê di tîrmeha 2017an da kontrola Daîreya Hilberîna Neftê ku li Rimêlanê ye, cardin dewrî rejimê kiribû û di nava xwe da peymana parvekirina dahatê îmze kiribûn. Li gorî peymanê, rejim ji sedî 65 dahatê, YPG/PKK jî ji sedî 20ê dahatê distîne, yê mayî jî didin hêzên Erebî yên xumalî ku ji parastina qadên neftê berpirsyar in. Meaşê pasevan û xebatkarên din rejim dide.