İbrahim Atmaca
23 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2018
MUGLA
Harun Kiliçogluyê 52 salî ku 26 sal e polêsê trafîkê ye û bavê du zarokan e, li Bodrumê piştî binavbûna kelekê Melek Abucezara 9 salî da hemêza xwe, 100 mêtre revî û ew gîhande ambulansê. Kiliçoglu got, "Xwezî zarok bijiya, xwezî min serê sibê destê wê bigirta. Rewşeke pir xemgîn e. Xwezî min qet ev nizanibûya."
Li peravên Gumbeta Bodrumê 34 kes li keleka ku kapasîteya wê 3-4 kes in siwar bûn û kelek binav bû. Piştî midaxaleyê zarokeke keçîn derxistin qerax û Harun Kiliçoglu jî ji bo ku keçikê xelas bike da milê xwe û ber bi ambulansê va revî. Kiliçogluyê ku li Amirtiya Buroyê ya Tescîla Trafîkê ya Midûriya Emniyeta Bodrumê wezîfedar e, ji nûçegihanê AAyê ra qala wê demê kir.
Kiliçoglu diyar kir, piştî ku navenda xeberê ya Midûriya Emniyeta Bodrumê serê sibê cab da, wan berê xwe da cihê bûyerê.
Kiliçoglu wiha got, "Dema ku em gihîştin herêmê, em rastî bûyera diltezîn hatin. Paşê çi bikeve ser milê mirovê Tirk, min jî wek ewladekî Tirk ew kir. Jixwe karê min ev e."
Kiliçoglu diyar kir ku du zarokên wî jî hene û wiha dewam kir: "Dema ku min zarok da milê xwe, bavek ji bo ewladê xwe çi hîs dike, min jî ew hîs kir. Du zarokên min jî hene. Pêşiyê zarokên min hatin bîra min, zarokên der û dora min hatin bîra min, meriv hatin bîra min. Ew canek bû. Min kir ku wî canî xelas bikim."
Kiliçoglu diyar kir ku wî pêşiyê ji zarokê ra masaja dil kir û wiha dewam kir:
"Piştî ku personelên tenduristiyê gotin ku wê xelas bibe, hêviya min çêbû û ez li bendê mam. Paşê gotin ku xelas bû, ez pir kêfxweş bûm. Xwezî zarok bijiya, xwezî min serê sibê destê wê bigirta. Rewşeke pir xemgîn e. Xwezî min qet ev nizanibûya."
Kiliçoglu diyar kir ku jina wî jî polês e û ew û jina xwe di heman buroyê da dixebitin.
Gonul Kiliçogluya ku 22 sal e jina Harun Kiliçoglu ye jî got, "Ez bi mêrê xwe serbilind im. Beriya her tiştî ew zarokek e. Ewladên me hemûyan hene. Dîn, ziman û nijada wan çi dibe bira bibe, ev wezîfeya me hemûyan a welatîbûnê ye."