07 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
ANKARA
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Sermuzakerevan Omer Çelik got, "Rêgezeke wisa tune ku parlementerek piştî hat hilbijartin dikare fealiyetên terorê bike. Li vir der heqê kesên ku propagandaya terorê dikin, piştgiriyê didin terorê û naçin îfadeyê, miemele hat kirin. Ji xwe gelek jê hatin berdan. Heger li vir li dijî partiyekê helwesteke dijminane hebûya, wê demê partiya me dê ne li hemberî girtina partiyan bûya. Em her timî dibêjin ku em li dijî girtina partiyan in."
Çelik li JW Marriott Otelê digel balyozên YEyê der barê rûdanên dawîn ên li welat da civîneke xebatê li dar xist û piştre civîneke çapemeniyê saz kir.
Çelik bal kişand ku piştî 15ê Tîrmehê hewldana Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) wan ji YEyê piştevaniyeke baş wernegirt û wiha got, "Ji şermezarî û îfadeyên retorîk wêdatir piştgiriyek çênebû."
Wezîr Çelik herwiha da bibîrxistin ku Tirkiye li ser esasên nirxên gerdûnî, entegrasyona xwe ya digel cihanê didomîne û li rêya xwe mêze dike û wiha pê da çû, "Ev serdem di warê peywendiyên Tirkiye-YEyê da serdemeke metirsîdar e. YE divê êdî wan dezgehên xwe yên ku di mijara PKKyê da dubendiyê dikin, bixe nava pergalekê. Li Belçîkayê dadgehekê biryar da ku PKK ne rêxistineke terorê ye. Ev biryar rasterast êrîşeke dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Ev dijî hemû peymanên navneteweyî ne û nayê qebûlkirin jî."
Çelik, operasyona dijî HDPyiyên ku neçûn îfadeyê jî nirxand û wiha axivî, "TBMM ciyekî wisa ye ku li ser esasê meşrûbûnê her tişt dikare lê were axaftin. Heger mesele, temsiliyeta îradeya gel be, wê demê ciyê wê jî TBMM ye. Lêbelê fealiyetên ku xwe dispêrin çalakiyên derqanûnî yên grûbên îllegal heger bên meşandin, wê çaxî pir asayî ye ku ew kes vebijêrka terikandina meclisê bixin rojeva xwe."
Wezîr Çelik diyar kir ku bi tu awayî meşrû nayê qebûlkirin ku xelkê rakin serhildanê, xendekan wekî destkeftin bibînin û qala avakirina hêzên milîs bikin.
Ji 19 welatan balyoz û ji 8 welatan jî meslehetguzar beşdarî civînê bûn.