07 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş der heqê operasyona dijî HDPyiyên ku neçûn îfadeyê da daxuyand ku ji 3 parlementerên fîrarî, Parlementerê Hekariyê yê HDPyê Nîhat Akdogan li ber devê bajarê Hekariyê ji aliyê polêsan va hat girtin û bi vî awayî hejmara parlementerên fîrarî daket duduyan.
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş: "Biryardariya me ya di mijara Minbicê da ji duh dema serdanê da, ji Sererkanê DYAyê ra hat ragihandin. Herwiha hat îfadekirin jî, pêşî li gorî peymanên ku hatine dayîn, divê demildest PYD Minbicê vala bike."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş: "(Îdiaya êrîşa terorê ya li Diyarbekirê DEAŞê hilda stûyê xwe) Hê dûyê bûyerê belav nebibû, hê dûman ji bombeyan belav dibû û ajanseke navneteweyî rabû û ev mesele ji ser PKKyê hilda û hewl da ku barê PKKyê sivik bike. Hîç mimkûn nîne ku mirov van hewlan fêm bike."