Muhammet Kurşun
13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
ANKARA - MUHAMMET KURŞUN
Alim û Rewşenbîrê Kurd û Serokê OHAK-DERê M. Burhan Hedbî, der barê guherîna destûrê li Tirkiyê û sîstema serkomariyê de got: "Kesên dibêjin ev pergal 'yek peyatî ye' dibe ku haya wan ji danasîna pergala serokatiyê tunebe. Jixwe bi gelemperî danasîna pergala serokatiyê ev e: di rêvebirina dewletê de, li ser bingeha bi serokatiya yek kesî/peyayî hikûmetkirin û bi rêvebirina dewletê ye."
Hedbî, der barê sîstema serkomariyê ku dê 16ê Nîsanê pêşkêşî xelkê were kirin û raya wan li ser were girtin, ji bo peyamnêrê AAyê nirxandin kirin.
- Kêmasî û zêdehiyên sîstema serkomarî û parlamenteriyê
Li ser erênî û nerêniyên sîstemê Hedbî wiha axivî:
"Di serî de ez destnîşan bikim ku yekpeyatî ne pirsgirêk e, ya pirsgirêk bêberpirsiyarbûn e. Dema çarenivîsa millet, di destê deh kesên neberpirs û bêberpirsiyar de be; qey wê ji rêvebiriya yekî berpirsiyar çêtir be? Divê xal û mijara hêjayî devjenî, lêkolîn û nîqaşê ev be."
Der barê rewşa heyî ya parlamenteriyê de jî got:
"Divê beriya her tiştî ew kesên li himberî sîstema serkomariyê li dilbijkiya xwe binêrin. Ew dewletên ku ew kes dilbijkên wan in jî bi heman pergalê birêve diçin. Em binêrin ku pergala serokatiyê/serkomariyê li kîjan dewlatan dimeşe û rewşa wan çawa ye?"
Hedbî, girêdayî sîstema serkomariyê û mînakên wê wiha agahî dan:
" Herçiqas naveroka pergala wan ji hev cuda be jî dewletên Yekbûyî ên Emrîka, Efxanistan, Azerbaycan, Tirkmenistan, Qazakistan, Endonezya, Ermenistan, Kosta Rika, Uganda, Uruguay bi pergala serokatiyê dimeşin. Dewletên Yekbûyî ên Emrîka, yek ji du dewletên herî mezin li dinyayê ye. Belkî ji hêla gel ve nayê zanîn, lê heke naverok yekayek ne yek be jî, Îran û Koreya Başûr jî mîna Emrîkayê bi pergala serkomariyê tên birêvebirin."
- Nîqaşên li ser "yek peyatiyê"
Li ser rexneyên "yek peyatiyê" jî wiha nirxandin kir:
"Kesên dibêjin ev pergal 'yek peyatî ye' dibe ku haya wan ji danasîna pergala serokatiyê tunebe. Jixwe bi gelemperî danasîna pergala serokatiyê ev e: di rêvebirina dewletê de, li ser bingeha bi serokatiya yek kesî/peyayî hikûmetkirin û bi rêvebirina dewletê ye. Dibe ku em jî pergala serokatiyeke pireh(melez) ango li gorî şop û vexuyanên reng, çand û nirxên me jî di xwe de bigire û bersiva pirsgirêk, divêtî û pêdiviyên dema me(nû) bibersivîne, damezirînin."
Der barê kêmasî û zêdehiyên sîstemê jî wiha pê de çû:
"Em nabêjin ev pergal emrê Xweda ye û bêxeta ye. Dibe ku siberoj gelek pirsgirêkan jî biafirîne, lê deriyekî vedike. Dibe ku ew derî, ji bo ji wê pergala parlamenteriyê ku bi dehan salan e em ji rihê me bêzar kirine, riya xelasiyekê be. Pergala parlamenteriyê duserîtî ye, xirecir, alozî û qeyrana desthilatî û berpirsiyariyê ya girêdayî bi şîroveyê ve û hwd. gelek pirsgirêk û dezawantajên din di xwe de dihewîne. Ev pergal, bi vê rewşa xwe yek ji sedemên sereke yê ji koalisyonên ji bêaramî/bêîstiqrarî û bendewarîya aborî re avis e û bingeha bêdadiya temsîlê ye. Mînakên vê yekê di dîroka dewleta Tirkiyayê de gelek in."
Hedbî, di mijara sûdeweriyên sîstema serkomariyê qenaeta xwe wiha anî ziman:
"Çar avantajên sereke yên Pergala Serokatiyê hene: Desthelatî û raye ya rasterast. Di pergala serokatiyê de, serokê dewletê rasterast ji hêla gel ve tê bijartin. Ango gel, resterast desthelatî û rayeyê dide serok. Ji hev veqetandina hêzan, di pergala serokatiyê de, serokatî û horg/civata qanûnsaz wek du saziyên hevrast dixebitin."
Sazîgera zû biryarstendinê, serokê dewletê dê xwedî desthelat ango bi rayeke xurt hatibe arastekirin, dê guhertinan bi lezgînî bixe rê, bide meşandin. Îstiqrar ji ber ku di pergala serokatiyê de karê erka rêvebirin û qanûnsaziyê diyar û ji hev cuda ye, îstiqrar heye."