Muhammed Boztepe
16 Mijdar 2022•Rojanekirin: 16 Mijdar 2022
Diyarbekirê bi pêşbirka amadehiyê ya ku di navbera Tirkiye û Îskoçyayê tê lîstin cara ewil mazûvantiya pêşbirka neteweyî kir.
Stada Diyarbekirê piştî fînala Kupaya Tirkiyeyê ya Zîreatê ya ku di sala 2018an da di navbera Akhîsarspor û Fenerbahçeyê a hat lîstin cara duyem mazûvantiya organîzasyoneke girîng dike.
Kesên ji Diyarbekir û bajarên hawirdor hatin eleqeyeke mezin nîşanî pêşbirkê dan. Di trîbunan da kêm cî vala mane û nêzî 1000î alîgirên Îskoç jî di stadê da pêşbirk temaşe kir.
Herwiha li trîbunê Alaya Tirkan a 100 mêtro dirêj hat vekirin.

- Cenk Ozkacar cara ewil di 11ên ewil da ye
Cenk Ozkacarê ku di pêşbirka bi Îskoçyayê ra dilîze cara ewil derfet dît ku di 11ên ewil da bilîze.
Di kaleya Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Ayê da Ugurcan Çakir heye û di sehaya ortê da Zekî Çelîk, Îrfan Can Kahvecî, Orkun Kokçu û Ferdî Kadioglu lîst.

Rahêner Stefan Kuntz li aliyan û xeta forvetê da jî Cengîz Under, Hakan Çalhaoglu û Cenk Tosun da lîstin.
Arda Guler û Tayyîp Talha Sanuçê ku cara ewil ji bo Tîma Neteweyî ya Ayê hatin vexwendin jî di nav yêdekan da cî girtin. Di tîma neteweyî da herwiha Altay Bayindir, Dogan Alemdar, Samet Akaydin, Salîh Ozcan, Kerem Akturkoglu, Dogukan Sînîk, Eren Elmali, Berkay Ozcan, Enes Unal, Îsmaîl Yuksek, Umut Bozok, Denîz Turuç û Onur Bulut jî di yêdekan da cî girtin.

- Bi Îskoçyayê ra pêşbirka 2yemîn
Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Ayê û Îskoçya di dîrokê da cara duyemîn e ku tên pêşberî hev.
Di navbera herdu tîman da pêşbirka ewil û tekane 62 sal berê di 8ê hezîrana 1960yî da li Enqereyê hatibû lîstin û Tirkiye 4-2 qezenc kiribû.