24 Îlon 2016•Rojanekirin: 26 Îlon 2016
ANKARA
Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber gotinên Fîgen Yuksekdaga Hevseroka Giştî ya HDPê ku di hevpeyvîna dabû Deutsche Welleya Almanyayê da bi sedema sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê" amade kiribû, li Dadgeha Cezayê Giran a 13mîn a Enqereyê hat qebûl kirin.
Di îdianameyê da hat gotin ku Hevseroka Giştî ya HDPê Yuksekdag par li Almanyayê beşdarî meşa ji bo protestokirina operasyonên asmanî yên Tirkiyeyê, hat lidarxistin bû û paşê jî daxuyanî da Dengê Almanyayê (Deutsche Welle).
Di hevpeyvînê da ji Yuksekdagê tê pirsîn: "Tê gotin ku têkiliya PKKê û HDPya ku ji hêla polîtîkvanên bi eslê xwe kurd in va hat damezrandin heye. Hûn ji bo vê çi dibêjin." Yuksekdag jî di bersiva xwe da dibêje: "Wek HDP têkiliyeke me bi PKKê ra tuneye. Divê ji bo vê belge derxin meydanê, heke wisa nebe ev tişteke pir tewşo mewşoye. Me di hilbijartinên parlementoyê da ji sedî 13 ray hilda. Di heyama herdu kampanyayan da 7 HDPyî hatin kuştin û heta niha kiryarên wan nehatin darizandin. Kesên ku hatin kuştin ne ew kesên ku tevlî PKKê şer kiribûn. PKK tevgereke azad a gel e. Di heman demê da têkoşîna ji bo demokrasî û wekheviyê dide. Em di vê mijarê da ew rêbazên ku PKK ji bo bigihije armanca xwe bikartîne erê nakin. Lê divê em vê jî qebûl bikin ku pergala disexpîne terorî nîne."
- Ji salek heya 5 salan cezayê hepsê tê xwestin
Li ser van gotinan dozgeriyê der barê Yuksekdagê da ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" doz vekir û ji bo wê ji salek heya 5 salan cezayê hepsê tê xwestin.
- Pêvajoya parêzbendiyê
Piştî ku qanûna rakirina parêzbendiya parlementeran di Rojnameya Fermî da hat weşandin û kete rewacê, ji bo 152 parlementerên ku der barê wan da 799 fezleke hene pêvajoyeke teze dest pê kiribû.