30 Nîsan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê bi demsala biharê ve zevî û devê rêyan bi xaşxaşkan ve xemilîn.
Xaşxaşkên ku bûne mijara helbest, stran û efsaneyan li navçeya Wêranşarê zevî û baxçeyan bi rengê sor dixemilînin.
Li taxa Kargaliyê di zeviyekî 30 donimî yê ku ceh û genim hatiye reşandin de xaşxaşkan kulîlk dan û bala mirovan dikişînin.
Serokê Şaxa Makezanista Botanîkê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Harranê Prof. Dr. Hasan Akan got ku kulîlka xaşxaşkê ji cureyên din ên xaşxaşkan cuda ne, ev kulîlkeke pir hesas e.
Akan anî ziman ku xaşxaşk biharê herî zêde di zeviyên ceh û geniman de an jî zeviyên ku hatine şovkirin de derdikevin.
Akan got ku xaşxaşk dema di zeviyan de derdikevin dîmenên xweş derdikevin holê.