Muhammet Kurşun
30 Nîsan 2017•Rojanekirin: 01 Gulan 2017
DİYARBAKIR
Li Diyarbekirê bo pîrozkirina Mewlida Pîroz xelk ber bi Qada Newrozê ya li navçeya Baglarê ve diherike.
Bername ji aliyê Platforma Hezkiriyên Pêxember bi dirûşma "Rêberê Heq û Edaletê Hezretî Mûhemmed" tê lidarxistin. Gelek kes ji Tirkiyê û derveyî welat beşdarî vê bernameyê dibin.
Şaredariya Diyarbekirê ji 11 nuqteyan bi 30 wasiteyî welatiyan neqlî cihê çalakiyê dike. Herwiha ji aliyê platformê jî wasiteyên ku bêheq dibin hatine texsîskirin.
Welatiyên ku beşdarî bernameyê dibin ji aliyê polêsan ve di 5 nuqteyan de tên kontrolkirin. Kordînasyona qadê ji aliyê 3 hezar wezîfedarên ku jin jî di nav wan de hene tê pêkanîn.
Pankartên ku bi kurdî, tirkî û erebî li ser "Hûn bi xêr hatine" nivîsandî welatiyan pêşwazî dikin.
Li qadê stranên kurdî û tirkî tên vekirin û xelk li benda destpêkirina bernameyê ye.