Haydar Şahin
15 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2015
HAKKARÎ
Li Hekariyê bi barîna berfê va zarok zehf kêfxweş bûn.
Zarok bi barîna berfê va kêfxweş bûn û hunerê xwe nîşandan û berhemên ji hevdu balkêştir çêkirin.
Piştî barîna berfê di jiyana gelê bajêr da asteng derketin lê belê talaşa zarokan nebû û têra dilê xwe bi berfê lîstin.
Zarokan hetanî êvarê bi berfê lîst û bi berfê di dewsa merivan da qele çêkirin.
Mustafa Mutluyê ku bi zarokên din ra bi elban berf dikişande dewsa qeleyê diyar kir ku pêşiyê dîwarên qeleyê çêkirin, qeleya xwe tamam kirin û bi dilê xwe lîstin.