15 Hezîran 2018•Rojanekirin: 16 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Cinazeyê Mehmet Şah Yildizê birayê mezin ê Parlamenterê Şanliurfayê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ku li Sirûca navçeya Rihayê di êrîşa biçek a dijî AK Partiyiyan da hatibû kuştin hat definkirin.

Xizmên Yildiz cinazeyê wî ji morxa Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê hildan û bi wesayîtê birin Mizgefta Hicretê li taxa Komarê.

Piştî nimêja cinaze ya ku Alîkarê Miftiyê Navçeyê Huseyîn Ortaç da kirin, kesên amade darbesta Yildiz dan ser milên xwe û birin goristana li taxa Yogurtçu. Cinaze li goristanê hat definkirin.
Di definkirina cinaze da tevdîrên ewlekariyê hatin sitandin û kesên hazir durişmên wekî "Bira welat xweş be", "Bira PKK qehr û perîşan be" bilind kirin.

Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek, Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Ehmet Eşref Fakibaba û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û herwiha hin parlamenter beşdarî merasimê bûn û dû ra serxweşî dan Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî.