Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Adanayê Murat Bozlak dê îro li Şereflîkoçhîsarê bê definkirin.
Li gor agahiyên ku ji HDPyê hatin bidestxistin dê îro saet 10.00an de ji bo Bozlak li avahiya giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan merasim bê lidarxistin.
Piştî merasimê dê cenazeya Bozlak li Aktaşa gundê Şereflîkoçhîsarê bê definkirin.
Murat Bozlak di 30yê kanûna pêşîn a 1952yan de li gundê Aktaşê hat dinê. Bozlak Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Ankarayê qedand.
Bozlakê wek parêzerê serbest xebitî û damezrîneriya SODEP, SHP, Partiya Kedê ya Gelan (HEP) û Partiya Demokrasiyê (DEP) kir. Bozlak endamtiya damezrîneriyê û serokatiya giştî yê Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) jî kir û gelek baş kurdî dizanibû.
Bozlak zewicî û bavê 3 zarokan bû.