31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
KÎLÎS
Li Kilîsê berhemên Mizgefta Çalikê ku di êrîşa biroket a mensûbên PYD/PKKya rêxistina terorê da xesareke mezin dît wê werin pêşandin.
PYD/PKKya rêxistina terorê bêyî ku jin, zar, kal û pîran raçav bike, bi hezaran kesan dikuje. Di êrîşên xayîn da îbadetxaneyan jî dike hedef. Rêxistinê li Efrînê bi darê zorê 64 mizgeft girtin û bi êrîşên xwe yên li dijî muqadesatan va misilmanan tehdît dike.
Di roja pêncemîn a Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li ser nimêja êvarê êrîşa biroket hat kirin û di êrîşê da yek jê sûriyeyî 2 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn. Xesara ku gihîşte Mizgefta Çalikê jî tê tesbîtkirin.
Mizgefta Çalikê li herêmê mizgefteke çandî ya qedîm e û sê qirn emrê wê heye. Xesar gihîştiye qube û cepheyên derva yên mizgeftê û di nav mizgeftê da jî Qurana Pîroz di serî da ji mîhrabê heta mînberê, saeta antîqa, alema qubeyê hemû berhem êdî nema tên bikaranîn.
Miftîtiya Kilîsê û Midûriya Herêma Weqfan wê bi hev ra bixebitin û pêşangeha alavên mizgeftê yên ku di êrîşê da xesar hildan bikin û nîşanî nifşên nû bidin bê ka rêxistinê çi qas ziyan daye civatê.
Miftiyê Kilîsê Mahmut Karatepe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku PYD/PKKya rêxistina terorê rûyê xwe yê rastîn da nîşan û êrîşî mizgeftê kir.