11 Tebax 2016•Rojanekirin: 12 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Dayik û keça wê yên ku di êrîşa li navçeya Sûrê ya ku terorîstên PKKyî bi wesayîta bombebarkirî kirin de mirin, li navçeya Erxeniyê hatin veşartin.
Cenazeyên Behiye û Derya Aydina ku di êrîşa li Sûra navçeya navend a ku terorîstên PKKyî bi wesayîta bombebarkirî birin ser wesayîta servîsê ya polêsan de mirin, ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî hatin hildan û ew anîn Ortayaziya gundê Erxeniyê.
Cenazeyên ku bi alaya tirkan hatibûn pêçandin birin goristana gund, piştî ku nimêja cenazeyê hat kirin li kêleka hev hatin definkirin. Xizmên Behiye û Derya Aydinê nekarîn xwe û giriyan.
Mehmet Alî Gurbuzê Qaymeqamê Erxeniyê, Fermandarê Cendirmeyan a Navçeyê Tolga Çemrek, Serokbajêrê Diyarbekirê yê AK Partiyê Muhammed Akar û Serokbajêrê Diyarbekir ê HUDA PARê Şehmûs Tanrikulu beşdarî merasima binaxkirinê bûn.