11 Tebax 2016•Rojanekirin: 11 Tebax 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê 5 mensûbên PKKya rêxistina terorê yên ku amadehiya êrîşê dikirin hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya ku ji walitiyê, hat diyarkirin li çolwara gundên Agaçdîbî û Ogula girêdayî navenda wîlayetê ne, li dijî terorîstên ku amadehiya êrîşê dikirin, operasyon hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Agahiya li çolwara Agaçdîbî û Ogula girêdayî navenda wîlayetê mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker amadehiya çalakiyê dikin gihaşt me, li ser vê yekê peywirdarên me yên Fermandariya Cendirmeyan a Wîlayetê li herêmê 5 mensûbên rêxistina terorê tespît kirin. Li ser tespîta ku hat kirin ji asîmanan herekat birin ser herêmê û li cihên diyar xistin. Di encama herekata asmanî de 5 mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker hatin kuştin."