26 Tebax 2016•Rojanekirin: 26 Tebax 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê terorîstên PKKyî bi wesayîta bombebarkirî êrîşî ciyê kontrolê ya polêsan kirin, li gor agahiyên ewil di êrîşê da 8 polês şehît ketin û 78 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji Walîtiya Şirnexê hatin sitandin, terorîstên PKKyî bi wesayîta bombebarkirî va êrîşî ciyê kontrolê yê polêsan a ku 50 metreyî dûrî Amirtiya Koma Hêza Çewîk a Midûriyeta Ewlekariya Cizîrê ye kirin.
Li gor agahiyên ewil di êrîşê da 8 polês şehît ketin û 4ên wan giran 78 kes jî birîndar bûn.
Serwêsa Ecil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Di êrîşê da zirareke mezin li avahiya Amirtiya Koma Hêza Çewîk ket, rêbeja Şirnex-Cizîrê hat girtin. Ji ber teqînê zirar li xanî û dikanên li dorberê jî ket.
Ji bo derdestkirina terorîstan operasyon dan destpêkirin.
Wezîrê Tenduristiyê Akdag: "Di êrîşa terorê ya li Cizîra navçeya Şirnexê da ku li dijî ciyê kotrolê ya polêsan hat kirin, ji 70 zêdetir birîndarên me hene. Rewşa 4 birîndaran giran e."