30 Hezîran 2016•Rojanekirin: 30 Hezîran 2016
ANKARA
Li ser sînorê Sûriyeyê 2 terorîstên endamên DAEŞê hatin kuştin û di raporên îstixbaratê da hat tespîtkirin ji wan yek Mihemed Ereb e û plan dikir ku li Enqere û Edeneyê êrîşa xwekujiyê li dar bixwe.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan di 25ê hezîranê da li ser sînorê Sûriyeyê 2 kesên ku dixwestin dereqanûnî ji sînor derbas bibin hatin hişyarkirin lê wan guh neda hişyariyan û reviyan, li ser vê jî hêzên ewlehiyê mudaxale kirin û ew kuştin.
Di lêkolînê da derket holê ku herdu kes jî ji Sûriyeyê ne û bi Mistefa Demirê alîgirê DAEŞê ku bi navê "Ebû Elî" tê naskirin ra têkiliya wan heye.
Di raporên îstixbaratê da hat tespîtkirin Mihemed Erebê hat kuştin plan dikir ku li Enqere û Edeneyê êrîşa xwekujiyê li dar bixwe û navê terorîstê din jî Mihemed Khalad e.