Walîtiya Şanliûrfayê li navçeya Akçakaleyê 3 herêmên li sînorê Sûriyeyê, ji bo 15 rojan wek "herêma ewlehiya leşkerî ya berwext" îlan kir.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hat gotin ku ji bo ewlehiya can û malê gel bê parastin û taluke û tehdîd ji holê bên rakirin hin herêm ji bo 15 rojan wek "herêma ewlehiya leşkerî ya berwext" hatin îlankirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Herêma ku li ser sînorê Sûriyeyê di navbera Yagmuralan-Tatlîca, Oncul-Arîcandere û Qereqola Esentepe û Qereqola Ziyarettepeyê de dimîne, ji 6ê tebaxê di saet 08.00an pê ve, heta 21ê tebaxê 15 roj wek "herêma ewlehiya leşkerî ya berwext" hatin îlankirin."