Nihat Kavşut
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan der heqê Qanûna Netewedewleta Cihûyan da wiha got: "Ev îspat dike Îsraîl li dinyayê dewleta herî siyonîst, faşîst û nijadperest e."
Erdogan: "Em rast nabînin eleqeya gelê me ya bi eskeriyê ra bi temamî qut bibe. Ev gel gelekî esker e û em naxwazin ev hesasî û taybetiya di rihê vî gelî da wenda bibe. Em li ser pergaleke him welatiyên me perwerdeya eskeriyê bibînin û him jî Artêşa Tirkiyeyê li ser pisporiyê bê avakirin dixebitin."
Erdogan: "Li dewletên Rojavayê ji bona eskeriyê personel nayên dîtin, lê em di heyameke wiha da ji bona rê li ber zêdebariyê bigirin ji mecbûrî qanûna eskeriya biberdêl derdixin."
Serokomar Erdogan: "Ez ji vir bangî veberdêrên navneteweyî, yên welatê me û hemû derdorên fînansê dikim, bila ji Tirkiyeyê bawer bikin. Yên li Tirkiyeyê veberhênanê bikin wê sibê herî zêde kar bikin. Mixatabê veberdêrên mezin êdî rasterast Serokomarî ye."
Serokomar Erdogan: "Di navbera hişmendiya Hîtler ya nijadê arî û rêvebiriya îsraîlê ya dibêje ev axa qedîm ya Cihûyan e da tu ferq tuneye. Rihê Hîtler yê dinyayê bir felaketê îro di nav hin rêvebirên Îsraîlê da zindî bûye."