Önder Beyter
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê bi xêra Projeya Tekstîlkentê dê 10 hezar kes werin îstixdamkirin.
Projeya ku 4 sal berê di pêşengtiya tekstîlkarên di bin sîwana Komeleya Pîşesaziya Tekstîlê û Karsazan a Başûrê Rojhilat da hat lidarxistin, da ku fîrmayên tekstîlê li bajêr veberhênanê bikin, bi destê wezaretên eleqedar û bi alîkariya Ajansa Pêşketina Karacadagê ket fealiyetê.
Xebatên avakirina Herêma Pîşesaziya Organîze ya Tekstîl Îxtisasê ku li ser rêya Diyarbekir-Elezîzê li ser 129 hektarî tê çêkirin, temam bûn. Di vê çarçoveyê da ji bo fîrmayên ku dixwazin li herêma navborî veberhênanê bikin, erd hat terxankirin.
69 fîrmayên ku hinek jê ji Stenbol, Bursa û Îzmirê jî hatine, daxwaza erd kirin da ku tesîsa hilberînê ava bikin. Van fîrmayan bi 360 milyon lire veberhênanê va sozê îstixdamkirina 10 hezar kesî dan. Piştî ku erd were terxankirin, ev fîrma dê dest pê bikin û tesîsên hilberîna konfeksiyonê ava bikin. Pêşbînî ew e ku piraniya van fîrmayan di 2019an da dest bi veberhênanê bikin.
Serokê Lijneya Rêvebirinê ya Sabra Tekstîlê Sabrî Samî Yilmaz ku ji Stenbolê seba veberhênanê hatiye, ji peyamnêrê AAyê ra got ku sektora tekstîlê di xwe da îstixdameke mezin dihewîne.
Yilmaz bal kişand ku hikûmet alîkariyeke mezin dide da ku atolyeyên di sektorê da bar bikin biçin herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û wiha dewam kir, "Em wekî destpêkê wer plan dikin ku li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Tekstîl Îxtîsasê ya Diyarbekirê kargeriyekê ava bikin û 120 kesî lê îstixdam bikin. Herwiha bi vebûna kargeriyên bi vî rengî kesên ku li Stenbolê wekî karkerên tekstîlê dişixulin, dê vegerin. Me ev yeka li Riha, Adiyeman û Batmanê dît. Mehaneya asxarî li wê derê jî eynî ye, li vê derê jî eynî ye. Karkerekî ku li Stenbolê dişixule, bi meaşê ku distîne va dikare li vê derê çêtir bijî."
Serokê Lijneya Rêvebirinê ya Komeleya Pîşesaziya Tekstîlê û Karsazan a Başûrê Rojhilat Îhsan Ogurlu diyar kir, li devereke ku nifûsê ciwan û betalî lê pir e, veberhênana tekstîlê pir girîng e.
Ogurlu diyar kir, 69 fîrmayên ku heta niha serî lê dan, bi 360 milyon lire veberhênanê va teahuda îstixdamkirina 10 hezar kesî dan. Ogurlu diyar kir ku ew ê di nava mehekê da ji fîrmayan ra cih texsîs bikin.