Duhok Spora ku tîmek ji Lîga Yekem a Iraqê ye, bi Akdenîz Belediye Sporê re maçeke haziriyê kir û 2-0 qezenc kir.
Şaredariya Akdenîzê bi daxuyaniya nivîskî da zanîn ku Duhok Spor di sala 1970an de hatiye damezrandin û di heyama 2012-2013an de di lîgê de bûye tîma 5emîn, di çarçovaya haziriyên lîgê de hat Mersînê. Duhok Sporê ji lîga amator bi Akdenîz Belediye Sporê re lîst û 2-0 jê bir.
Piştî lîstikê birevebir û destûrmendên Duhok Sporê çûn serdana Şaredarê Akdenîzê û Serokê tîma Akdenîz Belediye Sporê M. Fazil Turk.