İSTANBUL
Di Lîga Super Totoyê de di hefteya 10emîn de Fenerbahçe bi Bûrsasporê re li deplasmanê leyîst û maçê 3-2 qezenc kir.
Bûrsaspor di deqeya 20an de bi gola Ferhat Kîraz pêş ket û maç nîvî bû. Fenerbahçe pêşî di deqeya 63an de bi gola Webo û û paşê di deqeya 83an de bi gola Emenîkeyê 2-1 pêş ket. Maç li ser qedandinê bû Bursaspor di deqeya 90+1an de dîsa bi Fenerbahçeyê re bû beramber. Lê Fenerbahçe di deqeya 90+3 an de bi gola Egemen Korkmaz pêş ket û 3-2 Bûrsasporê têk bir.