Tîma Fenerbahçe û Çaykûr Rîzespor li Stenbolê li Stada Şukru Saraçoglûyê di 27ê nîsanê de hatibûn li hemberî hev. Pêşbirk bi 0-0ê ve bi dawî bibû, lê di encamê de jî 3 hefte beriya dawîlêhatina lîgê, Fenerbahçeyê şampiyontiya xwe ya sezona 2013-2014an a Lîga Super Totoyê îlan kiribû.
Merasîma kûpayê jî li Stada Şukru Saraçoglûyê ya Fenerbahçeyê hat kirin. Fenerbahçeyê kûpaya 19emîn a şampiyontiya xwe ji destê Serokê Federasyona Fitbola Tirkiyeyê (FFT) Yildirim Demîroren û Cîgirê Serokê 2emîn Servet Yardimci wergirt.
Di merasîma kûpayê de rayedar, heyeta teknîk, lîstikvan, serokê klûbê Azîz Yildirim û endamên lijneya rêvebirinê hatin li ser dika ku li nava yarîgehê hat danîn.
Piştî axaftina Azîz Yildirim serokê FFTyê Demîroren û Cîgirê Serokê 2emîn Yardimci kûpaya şampiyoniyê radestê wan kir û lîstikvanên Fenerbahçeyê jî bi kêf û coşeke mezin kûpaya şampiyonahiya 19emîn a tîma xwe hilgirtin.