Futbolîstê Fenerbahçeyê Alves, di deqîqeya 44emîn de bi lêxistina serî golek avêt û rewş bû 1-1
Nîva ewil 1-1 qediya.
Egemen Korkmaz di deqîqeya 80emîn de gol avêt û Fenerbahçe 2-1 pêş ket.
Di encama pêşbirkê de Fenerbahçeyê, tîma Torku Konyasporê 2-1 têk bir.
- Ji bo Yildirim pankartên piştgiriyê
Ji aliyê din Koma alîgiran yên Fenerbahçeyiyên Cîwan yên Anadoluyê bi pankartên ku li turbînê vekirin, piştgirî dan Serokê Kûluba Fenerbahçeyê Azîz Yildirimê ku Dadgeha Bilind ji doza şîkeyê cezaya wî tesdîq kir.
Di vê navberê de xebatên demoyê yên derbarê sîstema e-bilêta ku dê demek nêz de bê tetbîqkirin, hatin kirin.
Alîgiran digel baranê eleqeyeke mezin nîşanê pêşbirkê dan.