Ahmet Aydın
25 Adar 2021•Rojanekirin: 26 Adar 2021
Kulûba Fenerbahçeyê ragihand ku êdî ew digel dîrektorê teknîkê Erol Bulut naxebitin.
Di daxuyaniya Fenerbahçeyê de hat ragihandin ku "Em îro digel dîrektorê teknîkê rêzdar Erol Bulut rêkketin û rêya xwe ji hev guhert. Em weke Fenerbahçeyê ji bo xizmetên wî yê heta îro spasiya Erol Bulut dikin û di kariyera wî ya mayî de serkeftinê jê re dixwazin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Emre Belozoglu anîne şûna Bult û wiha hat gotin:
"Di hefteyên mayî yê serdemê de bi biryara lijneya me ya rêveberiyê, dîrektorê me yê sportîfê Emre Belozoglu êdî dê weke berpirsê taximê me yê Futbolê bixebite."
Fenerbahçeya di bin rêveberiya Erol Bulut de di 30 pêşbirkên Lîga Superê de 18 serkeftin, 5 beraberî, 7 têkçûn bi dest anîn. Hefteya 31emîn bi 59 pûanan di rêza 3yan de qedand.