ÎSTANBÛL
Di hefteya 27emîn a Lîga Super a Spor Totoyê de Fenerbahçe û Bursaspor hatin hemberî hev. Fenerbahçe bi ser ket û Bursaspor 3-0 têk bir.
Fenerbahçeya ku pêşîkêşê lîgê ye, Bursaspor li qada xwe ezimand. Gola ewil di deqîqeya 17emîn de Kuyt avêt. Golên din di deqîqeya 75em de Sow, di deqîqeya 86em de jî Webo avêt. Fenerbahçeyê bi vê encamê pûanê xwe derxist 60î û pêşîkêşiyê didomîne. Di navbera pûanê Fenerbahçeyê û yên din ango Galatasaray û Beşîktaşê de 10 pûan ferq heye. Pêşbirkeke Fenerbahçeyê jî hê kêm e.