ÎSTANBUL
Fenerbahçe ji bo pêşbirka Lîga Super a Spor Totoyê di hefteya 4emîn de bi Kasimpaşayê re hat hemberî hev. Her du tîm ji bo zora hevdu bibin têkoşiyan. Her carê ji wan yekî gol avêt û ji deqîqeya 74an pê ve beramberiya bi 2 û 2an dewam kir. Di deqîqeya 90+3an de Fenerbahçeyê gola têkbirinê avêt û dijberê xwe 3 û 2 têk bir û 3 pûanên xwe wergirt.
Rahênerê Fenerbahçeyê Ersun Yanal jî piştî pêşbirkê derket hemberî çapemeniyê û daxuyanî da. Yanal got: "Kasimpaşa bi lîstikvanên xwe yên jêhatî rîtma me xere kirin. Ji ber vê jî em hinekî paş ketin lêbelê lîstîkvanên me ji bo ku lîstikê biqulipînîn gelekî hewl dan. Piştî fitbolîstên me yên nû bêşdarî lîstikê bûn derkete holê em tîmeke baş in. Bi lîstikvanên me yên lîstin û yên nelîstin û bi alîgirên me, em tîmeke baş in. Ev pêşbirk gelekî krîtîk bû. Ji ber ku em bi ser ketin lîstikvanên me teqdîr heq kirin."