ÎSTANBUL
Galatasaray û Real Madrîd di koma Byê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de cih digrin. Pêşbirka ewil a koma Byê îşev dê li Îstanbulê di navbera Galatasaray û Real Madrîdê de bê lîstin. Galatasaray dijberê xwe Real Madrîdê dê li Qada Turk Telekom Arenayê biezimîne.
Hetanî îro her du tîm 5 caran bûn reqîbê hev. Ji van pêşbirkan Galatsaray 3 heb û Real Madrîdê jî 2 heb qezenc kir. Galatasaray dixwaze vê pêşbirkê jî qezenc bike û bibe xwediyê 3 pûanan.
Pêşbirk îşev di saet 21.45an de ye. Mark Clattenbûrg jî dê vê pêşbirkê birêve bibe.