ÎSTANBUL
Fenerbahçeyê li qada Şukru Saracogluyê Elazigspor ezimand. Di pêşbirkê de Sow 3 gol avêtin, Kuyt jî golek avêt. Bi vê têkbirinê ve Fenerhahçe di lîgê de ev cara 4an e ku li ser hev qezenç dike. Lewra di destpêka lîgê de, di pêşbirka ewil de derketibû hemberî Torkû Konyasporê û 3 û 2 têk çûbû.
Fenerbahçeyê li hemberî Elazigsporê bi 4 golan 3 pûanên xwe wergirt û pûanên xwe yên di lîgê de derxist 12an.
Di lîgê de encamên pêşbirkên din yên ku hatin lîstin jî wiha ne:
Torkû Konyaspor-Gençlerbîrlîgî...................................(1-0)
Sîvasspor-Kasimpaşa..................................................(1-2)
Eskîşehîrspor-Medîcal Park Antalyaspor....................(2-1)